Girava ku her sal mazûvaniyê ji geştiyarên navxweyî û derveyê bajarê Wan ê re dikir, îsal Girava Extemar a Wan ê ji ber Kovid-19 bê geştiyar ma.

Her sal li vê demsalê de û bi germbûna hewayê darên behivên giravê kûlîlk vedidin û xweşikî û dîmenên xweşikên Girava Extemar ê derûniya mirovan aram û bextewer dike.

Girava Extemar ê ku 20 xulekan ji qezaya Gevaş ê dûre, ji aliyek ve berfa spiya li ser çiyayê Artos ê ji aliyeke din ve kûlîkên rengînên darên behîvên giravê dîmenên xweşik û dilxweşkerin.

Mixabin îsal ji ber virusa Korona Kovid-19 geştiyar nekarîn serdana giravê bikin û wê xweşikiya giravê sûd werbigrin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: