
Serok Barzanî serxweşiyê li Ehmed Kanî Berpirsê Leqa 2 ya Partiya Demokrata Kurdistanê kir
Êvariya roja înê 01.05.2020 Serok Mesûd Barzanî li rêya telefonê ve peywendiyê bi Ehmed Kanî Berpirsê Leqa 2 ya Partiya Demokrata Kurdistanê ve kir û sersaxî û hevxemiya xwe ji bo koça dawî ya bavê Ehmed Kanî xwedê jêrazî Mamosta Edhem Abdulcebar Abdulrehman Axayê Doxremeçî û Kurê Mamosta (Kanî) şaîrê mezinê Kurd ragihand.