
Piştî belavbûna nûçeya nexweşketin û mirinê bi tenê wêneyek û du nûçe li ser Kim Jong-un Serokê Koriya Bakûr belav kirin.
Êvariya derengên 1ê Gulanê Ajansa Nûçeyî ya Koriya Bakûr belav kir ku Serokê Koriya Bakûr beşdariya ahenga vekirina kargehekî petrokîmyayî kiriye li bajarê Sunshon ya Bakûrê Pyongyang, bê wê yekê hîç wêne û girteyekî video yî ya rêwresmê belav bikin. Lê belê paşê îro 2ê gulanê di dema nûkirina nûçeyê de wêneyekî Kim Jong Un belavkirin ku têda qurdeleyekî sor ya projeyê dibrê û li gel xuşka xwe Kim Yu Jong rawestaye.
Kim Jong Un temenê wî 36 sale û piştî ku roja 15ê nîsanê beşdariyê li ahenga ji dayikbûna bapîrê xwe Kîm Il Song nekir, wiha hatibû belavkirin ku roja 12ê nîsanê neştergeriyeke giran ya dil ji bo wî hatiye kirin. Li gor raporeke din ku hatiye belavkirin tîmekî pizîşkî ya Çînî serdana wî kiriye û lêkolînê li ser tendirustiya wî dikin.