Cîhan

Amerîka şîrketeke hevkarê Pasdarên Îranê siza dike

Wezareta Gencîneya(Xezîne) Amerîkayê bi tometa hevkarîkirina artêşa Pasdarên Iranê sizaya aboriyê li ser kompanyayeke Iraqê da sepand.

Wezareta Gencîneya Amerîka sepandina sizaya aboriyê li ser kompanyayeke Iraqî da ragihand ku wê kompanyayê hevkariya Feyleqa Qudis ya ser bi Artêşa Pasdarên Îranê kiriye û bi qaçaxî birina çek da beşdarî kiriye.

Her wiha ragihand ku sizayê li ser kesek bi navê Amir Abdulezîz Ce’fer da sepandine ku ew jî bi tometa peywendîkirina Feyleqa Qudis bûye.‌

Her wiha Wezareta Gencîneya Amerîka tekez jî kir ku heta niha jî Hikumeta Îranê bi berdewam hevkariyên darayî ji bo grupên terorîstan dike.

Back to top button