Cîhan
Serok Barzanî serexweşiyê li kesûkarên qurbaniyên şewata Tirkiyeyê dike

Serok Barzanî peyameke serexweşiyê arasteyî kesûkarên qurbaniyên şewata Tirkiyeyê dike û dibêje, “Şewata hotela parêzgeha Boluyê ez gelek dilgiran kirim.” Herwesa dibêje, “Ez daxwaza zû çarebûnê ji bo birîndaran dikim.”
Serok Barzanî îro (Sêşem, 21.01.2025) li ser tora civakî ya Xê peyamek parve kir û tê de amaje da, “Gelek mixabin ji bo rûdana şewata dilhejîn a hoteleke parêzgeha Boluyê li Tirkiyeyê, ku hejmareke zêde ya welatiyan bûne qurbanî.”
Serok Barzanî dibêje, “Ez serexweşiyê li kesûkarên qurbaniyên wê rûdanê dikim û xwe hevparê xema wan dibînim û herwesa daxwaza çarebûnê ji bo birîndarên wê rûdana dilhejîn dikim.”