CîhanRojev

Serok Barzanî peyamek pêşkêşî Konferansa Partiyên Demokrat ên Cîhanê kir

Li ser navê Serok Barzanî, Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Almanya û Berpirsê Liqa 6 a Ewropayê ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) beşdarî di Konferansa Partiyên Demokrat ên Cîhanê de kir.

Di Konferansa Partiyên Demokrat ên Cîhanê ku li Almanyayê hat lidarxistin de, Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dilşad Barzanî û Berpirsê Liqa 6 ya Ewropayê ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Enwer Mesîfî nûneratiya Serok Barzanî kirin.

Serok Barzanî nameyek ji bo konferansû rêkir û di nameya xwe de spasiya konferansê kir ji bo vexwandina wî ji bo beşdariya di konferansê de û hêviya serkeftinê di konferansa wan de xwest.

Di çarçoveya wê konferansê de, şanda Serok Barzanî li gel hijmareke berpirsên cîhanî civiya û pêşhatên dawî yên li Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê û demokrasî û mafên mirovan gotûbêj kirin.

Di konferansê de, hejmarek ji serokên dewlet, serokwezîr û wezîr ûn welatûn cuda amadebûn. Di konferans li ser çend mijarên girîn hate sekinandin.Şerê Rûsya û Ukraynayê hat gotûbêjkirin, herwiha panelek derbarê Herêma Kurdistanê de hat lidarxistin. Di panelê de pirsgirêkên li gel Bexdayê, metirsiyên li ser asayîş û aramiya navçeyê û rola Herêma Kurdistanê û Pêşmergeyên qehreman di parastina demokrasî û nirxên medenî de hatin gotûbêjkirin. Her wiha bal kişand ser têkoşîna berdewam a gelê Kurd ji bo bidestxistina azadî û pêşxistina mafên xwe.

Konferansa Partiya Demokrat a Cîhanê salê du caran tê lidarxistin û ji dema belavbûna vîrusa koronayê û vir ve yekem konferans e, di konferansê de mijarên ku cîhana demokratîk pê re rû bi rû tên gotûbêj kirin û derfeteke baş e ji bo pevguhertina pisporan û sûdwergirtina ji sîstemên demokratîk ên cîhanê Nirxên azadiyê û demokrasiya cîhanê.

Back to top button