Serok Barzanî pêşwaziya Zanayê Kurd Koçer Bîrkar kir

Li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Zanayê Kurd û xwediyê madalyaya Fields, Dr Koçer Bîrkar kir.

Li hevdîtinê de Serok Barzanî spasî Dr Koçer Bîrkar kir û ragihand ku Koçer Bîrkar cihê şanaziya hemû take kesekî Kurde û hêvî xwest ku mînakên wekî Dr Koçer li navê xort û lawên Kurd de zêdetir bibin. Her wiha eve jî xisterû ku destkeftên Dr Koçer li warê zanistê da nîşana eweye ku eger derfet ji bo lawên Kurd birexsê wekî xortên dinê cîhanê dikarin li warê zanist û dahênanê da serkeftinê bi dest ve bînin. Serok Barzanî piştevaniya xwe ji bo hewlên vî zanayê gelê Kurdistanê ragihand li yarmetîdana asta zanistê û pêgihandina xwendekarên Kurdistanê û hêviya serkeftinê û temendirêjiyê ji bo wî xwest.

Her li vê hevdîtinê de Dr Koçer Bîrkar ji bilî spas kirina ji bo piştgîriyên Serok Barzanî, behsa komek proje û bîr û ramanên xwe kir ku bi niyaze bi hevkarî li gel Zanîngeha Selaheddîn ji bo yarmetîdana xwendekarên Kurdistanê pêşkêş bike.

Nerîna min :