Berpirsê PDKê li Şingalê dibêje, ew kurdên êzîdî yên ku bibûn çekdarên PKKê, ji PKKê vediqetin.

Berpirsê PDKê li Şingalê, Qadir Qeçax ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, hikûmeta Iraqê 72 saet mohlet dabû PKKê da ku hêzên xwe ji Şingalê derxîne lê mohlet xilas bû hîn PKK ji wir derneketiye.

Qadir Qeçax her wiha gotiye, tê gotin ku mohleta han dê heta dûmahîka vê mehê were dirêjkirin. Lê sebeba serekî ya ku PKK ji Şingalê dernakeve, ew e ku Heşda Şeibî piştevaniya wê dike.

Wî berpirsê PDKê daye zanîn, ew kurdên êzîdî yên ku bibûn çekdarên PKKê jî ji PKKê vediqetin û gotiye, sibê (29 vê mehê) li nahiya Sinûnê ya Şingalê xwepêşandanek li dijî hebûna hêzên PKKê li Şingalê tê kirin.

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: