PolîtîkRojev

Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Dewlet yê Karubarê Hêzên Çekdarên Brîtanya kir

Roja sêşem 01.12.2020 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya James Heappey Wezîrê Dewlet yê Karubarê Hêzên Çekdarên Brîtanya kir.

Li hevdîtinê de Wezîrê Dewlet yê Karubarê Hêzên Çekdarên Brîtanya pêzanînên welatê xwe ji bo rola hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li têkşikandina terorîstên Da’îş de dûpat kir. Her wiha tekez li ser daxwaza Brîtanya yê berdewambûna li yarmetîdan û meşq û rahênana hêzên Pêşmerge li rûbirûbûna gefên terorê da kir.

Di derbarê rewşa Iraqê jî Wezîrê Dewlet yê Karubarê Hêzên Çekdarên Brîtanya ragihand ku pêwîste hevsengiya siyasî û aborî li nav pêkhatên Iraqê da hebê.

Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî spasî welatê Brîtanya kir ku li şerê Da’îş da yarmetîderê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bûye û hêviya berev pêşveçûna zêdetirê peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanya xwest.

Back to top button