Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Kongreya Niştîmaniya Iraqê kir
Êvariya îro şemî 30.08.2014 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya Dr Ehmed Çelebî Serokê Kongreya Niştîmaniya Iraqê kir.
Li hevdîtinê de rewşa siyasî û serbazî ya niha ya Kurdistanê û serkeftinên Pêşmerge li beranber terorîstan û rewşa siyasî û emnî ya Iraqê hate nirxandin û tekez li wê yekê kirin ku terorîstan bûne tehdîdek li ser hemû mirovayetiyê û tu sînor û bihayek nanasin, ji bo wê yekê pêwîste hemû aliyek ji bo nehiştina terorê hevkar bin.
Her wiha li hevdîtinê de behsa proseya pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê kirin û her dû alî hevrebûn ku pêwîste kabîneya nû ya Hikûmetê li ser bingeha şeraketa rasteqîne bê û rêz li pêgeh û xwesta rewaya hemû pêkhatan bê girtin û proseya siyasiya Iraqê li gor destûrê bê rast kirin.


