Civak

Omer Çetin koça dawî kir

 

Omer Çetin Endamê komiteya Nawendi ya Partiya Demokrata Kurdistan li Tirkiye ya ku Dr. Şivan rêberiya wê dikara.Herweha dema DDKO hatî damezirandin Çetin serokatiya DDKO ya şaxê Diyarbekirê bû.

Piştre li Bakurê Kurdistanê Partiya Karkerên Kurdistanê(KIP) hate damezirandin û Çetin sekreterê Giştî yê vê partiyê bû.

Omer Çetin demadarbeya leşkerî ya 1980ê hate girtin demekî di zindanê de ma.

Sala 1997ê li gel Şerefettin Elçî û hinek kesayetên din Partiya Girseyî ya demokratik(DKP) damezirand.

Siyasetmedarê kurd Omer Çetin demek dirêj bû ku nexweş bû.

Çetinroja30.8.2014ê li Diyarbekir li gundêSayfa çû rehmeta xwedê.

Omer Çetin sal 1942 li Diyarbekir ji dayik bibû.

Cenazeyî wî dê di 31ê tebaxê ji fakulteya Diyarbekirê bibin li gundê wî Safyayê defin bikin.

Back to top button