Pêşmergeyê Kurdistanê Zumar rizgar kir

Piştî çend şerên giran li dijî terorîstên rêxistina DAÎŞ, îro pêşmergeyê Kurdistanê ji du aliyan ve êrîşek berfireh bir ser bajarokê Zumar û di nava çend saetan de hêzên pêşmerge ji her du baskan ve gihiştin nav senterê bajêr û nuha nahiyeya Zumar di bin kontrolan pêşmergeyê Kurdisdtanê de ye.

Weke tê zanîn duhî di êrîşeke berfireh de hêzên pêşmergeyê Kurdistanê devera Eynzalayê jî bi timam kontrol kir û hemî bîrên neftê dibin destê pêşmergeyê Kurdistanê de,

Li gor hin çavkariyan deriyê Rebîie ku rêya serke ye navbera Îraq û Suriyeyê ji aliyê hêzên pêşmerge Kurdistanê ve hatiye kontrolkirin û xala ser tixûb bi timamê kete destê pêşmerge.

Nêrînek

  1. Léxwin,birano,léxwin,ala netewí bilindkin.Léxwin,qorban léxwin,teroristan li bin erdé xwin,serkeftin ya we ye,hun weku pé$mergén kurdistan ,díroka nú ya netewa kurd tomar dikin,hún búne tac u simbola gelé kurd,íro ne tena kurd,belku hemu cihana demokratik,$anazi bi navé we dikin.her serkefti bin.Bijí Pé$mergén kurdistané.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: