
Roja pênçşem 04.10.2018 li Selaheddîn Serok Barzanî pêşwaziya Hadî Amirî Serokê Îtîlafa Fetih kir.Li hevdîtinê de rewşa siyasiya Iraqê û pêşhatên dawî ya li nav proseya siyasî hate guftûgo kirin û ronahî jî xistin ser rûdanên roja 2 yê cotmehê ya li nav Parlemena Iraqê û di vî derbarî de Serokê Îtîlafa Fetih dilgiraniya xwe li wê yekê nîşan da ku aliyên Kurdistaniyan nekarîn yek kandîdê hevbeş ji bo posta Serok Komar diyar bikin û ji bilî balkişandina li ser rola bi bandora PDK û aliyên Kurdistaniyan li proseya siyasî hêviya wê yekê xwestin ku li proseya pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê da aliyên Kurdistaniyan rola xwe ya bi bandor bibînin.