CivakRojev

Serok Barzanî pêşwaziya Patriyarkê Dêra Kildanî li Iraq û cîhanê kir

Li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Kardînal Luis Sako Patriyarkê Dêra Kildanî li Iraq û cîhanê û şandeke li gel da kir.

Li vê hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasiya Iraqê û gefên emnî û siyasiyên li ber proseya siyasiya Iraqê û pêkvejiyana pêkhatên Iraqê de danustandina bîr û ramanan kirin.

Her li vê civînê de Patriyarkê Dêra Kildanî li Iraq û cîhanê pêzanînên xwe ji bo hewlên Serok Barzanî ya ji bo parastina pêkhatan û kûrtirkirina kultûra pêkvejiyan û tebayî ya di navbera pêkhatên olî û neteweyiyên Herêma Kurdistan û Iraqê de hebû.

Li dirêjahiya vê hevdîtinê de tekez li ser xweşkirina wan bingehan kirin ku dibine sedema wê yekê ku Krîstiyan û pêkhatên din bêne handan ku vegerin cih û warên xwe û hizr û bîra bi cîh hiştina welatê xwe nekin.

Back to top button