PolîtîkRojev

Serok Barzanî pêşwaziya Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê  Neteweyên Yekgirtî kir

Roja 01.08.2022ê li Selaheddîn Serok Barzanî pêşwaziya Jeanine Plasschaert Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî yê Karubarê Iraqê kir.

Li hevdîtinê de Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî bi helkefta bîranîna 39 saliya jenosaydkirina Barzaniyan sersaxiyên xwe li Serok Barzanî kir û tekez li wê yekê kir ku ji bo bi jenosaydnasandina wê tawanê, hemû hewlên xwe li navendên navdewletî de dide.

Her li vê hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasiya Iraqê û pêşhatên dawî de danustandina bîr û ramanan kirin û tekez jî li wê yekê kir ku pêwîste ji bo çareserkirina giriftan destûr bingeha hevdû têgihiştinê be.

Hilbijartinên Herêma Kurdistanê mijareke dinê vê hevdîtinê bû û Serok Barzanî wê yekê dûpatkir ku divê berbestên li ber hilbijartinê nemînin û hilbijartin li zûtirîn demê de bê encamdan û divê mafê pêkhatên neteweyî û olî jî parastî bê. Ji bo vê mebestê jî Partî(PDK) amadeye her bi sibê jî hilbijartin bêne kirin.

Back to top button