CîhanRojev

Amerîka: Rêberê El Qaîde li Afganistanê hat kuştin

Serokê Amerîka Joe Biden da xûyakirin ku, rêberê El-Qaîde Eymen El-Zewahirî roja 30î Tîrmehê di êrîşeke asmanî ya Amerîkî de hate kuştin.

Serokê Amerîka Joe Biden li Koşka Sipî di daxuyaniyekê de ragihand, Eymen El-Zewahirî di dawiya hefteya borî di encama êrîşeke asmanî de hat kuştin.

Di derbarê kuştina serokê El-Qaidê de serokê Amerika dibêje: Îstixbarat di destpêka vê salê de cihê el-Zawahirî diyar kir, ku li malbata xwe li navenda bajarê Kabulê bû. Piştî ku min delîlên diyar û zelal li ser cihê el-Zawahirî nêrî, min rê da ku êrîşek bi baldarî were kirin. Plan bi baldarî hatibû dariştin, da ku xetereya zirarê li sivîlên din kêm bike.

Piştî Amerika Xwe ji Afganistanê vekişand û ev wellat ket di bin kontrola  Taliban de,salekî Amerikayê ev operasyone kiriye. Piştî kuştina Usama Bin ladin,Eymen El-Zewahirî bû serokê rêxistina El-Qaîde.

Back to top button