PolîtîkRojev

Fermandarê HSDê Polat Can li Fransa doza penaberiyê kir

Cigirê serokê berê yê HSD soz dabû hêzên hevpeyman ku hêdî weneyên Ocalan û PKKê li rojavayê Kurdistanê û deverên di bin destê revebriya xweser de bilind nekin û di vê derbarê de peymanek hatibû îmzekirin.

Qendîl ji vê yekê gelek aciz bû. Serokatiya PKKê lêpirsînek destpêkir û hinek berpirsên HSDê xwestin Qendîl. Lê Polat Can ev yek qebûl nekir û neçû Qendil, ji ber ku ditirsa çarenûsa wî jî wek yê hevalên wî Gwan Îbrahim,Ferhat Derek û yên din be.

MC Kurk û Polat Can

Hingê PKKê biryara kuştina Polat da û hewldanekî yê kuştina wî kirin. Lê Polat ji suikasta PKKê Xilas bû, Piştî vê Polat xwe gihand baregehê Fransa li rojavayê Kurdistanê û li wê derê doza penaberiyê kir. Fransiya Polat Can bi helîkopterekî birin Urdinê û ji wêderê ji bo Fransa veguhaztin. Çûyina Polat Can , Mazlum Ebdî milê xwe yê rastê winda kir.

Back to top button