
Li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Mîr Hazim Tehsîn Beg Mîrê Êzîdiyan û Encûmena Ruhanî ya Êzîdiyan kir.
Li hevdîtinê de ronahî xistin li ser rewşa xuşk û birayên Êzîdiyan û rewşa Şingalê û gefên li ber asayîbûna jiyana Êzîdiyên li devera Şingalê û Mîr Hazim Beg û Baba Şêx Elî û Endamên Encûmena Ruhanî ya Êzîdiyan spasî Serok Barzanî kirin ku her dem li gel êş û azarên Êzîdiyan buye û daxwaz kirin ku Serok Barzanî hemû şiyanên xwe bixe holê bo ku Êzîdî bikarin bi bexteweriyê ve vegerin li ser mal û halê xwe û kar ji bo ewe bê kirin ku astengî nemînin û rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Federal ya li ser Şingalê da bi zû bê bi cîhkirin. Şanda mîhvan daxwaza ewe jî kirin ku Êzîdî li sazî û damezraweyên Herêmê da beş û rola xwe hebê.
Her li vê civînê de Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku herdem palpiştê daxwazên xuşk û birayên Êzîdiyan buye û Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge pişt û penaya Êzîdiyan bûne û li şerê Da’îş da ji bo azadkirina devera Şingalê, Pêşmerge pênç sed şehîdan daye. Serok Barzanî bi pêwîst zanî ku rêkeftina Şingalê bê bi cîhkirin û daxwaz jî kir ku Êzîdî yekrêziya xwe ya navxweyî biparêzin û rê nedin dengê belavela û namo û xerîb ziyanê li yekgirtî û nasname û ola Êzîdiyan bide û divê Êzîdî mikur bin li ser maf û daxwazên xwe yên rewa.
