Serok Barzanî pêşwaziya Konsolê Giştî yê Holanda li Hewlêrê kir

Roja 4.12.2020 li Selahedîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Hans Akerboom Konsolê Giştî yê Holanda li Hewlêrê kir.

Li hevdîtinê de Konsolê Giştî yê Holanda li Hewlêrê amadehiya welatê xwe ya ji bo yarmetîdana Herêma Kurdistanê li geşpêdana kerta çandinê de nîşanda, her wiha tekez jî li ser berdewambûna hevkariyên welatê xwe ya ji bo hêzên Pêşmerge ya li rûbirûbuna Da’îş de kir.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî spasî Holanda kir ku li şerê Da’îş de yarmetiya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê daye, her wiha hewlên Hikûmeta Holanda yên ji bo yarmetîdana kerta çandina Herêma Kurdistanê bilind nirxand.


Nerîna min :