Li rojavayê Kurdistanê êrîşê ofisek a ENKSê kirin

Li gora nûçeya K24ê, li Qamişlo da zanîn, şeva borî Ofîsa Xwecihiya ENKSê li bajarokê Dirbêsiyê ji aliyê kesên nenas ve rastî êrîşeke çekdarî hat, gule lê hate barandin û kelûpelên di hundirê wê de jî hatin şikandin.

Di wê derbarê de endamê Xwecihiya Dirbêsiyê yê ENKS Eşref Mela  ji K24 re got: Heta niha aliyê êrşker ne hatiye naskirin û ew nikarin ti aliyekî tometbar bikin.

Diyar kir jî, civîneke wan derbarê bûyerê de heye û dê piştre daxuyaniyekê ji raya giştî re bidin.

Ev êrîş di demekê de ye, şeva borî PKKê li devera Amêdiyê êrîşî ser Pêşmergeyên Kurdistanê kiribû û di encamê de Pêşmergeyek şehîd bûbû.

Pêştir gelek caran ofîs û baregehên ENKS û partiyên di nava wê de li rojavayê Kurdistanê rastî êrîşê û girtinê dihatin, lê piştî destpêkirina diyaloga Kurdî – Kurdî ya yekrêziya navmala Kurdî di nav ENKS û PYNKê ku partiyên Rêveberiya Xweser di nava wê de ne, ENKSê hejmarek ofîsên xwe vekiribûn.

Nerîna min :