Polîtîk

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Spanya li Iraqê kir


Îro li Selahedîn Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Spanya li Iraqê Pedro Martinez Avial kir.
Di hevdîtinê de Balyozê Îspanya yê li Iraqê ji Serok Barzanî re ragihand ku haya min ji dîrok, têkoşîn û zehmetiyên ku hatine serê gelê Kurd heye û giyana berxwedaniya gelê Kurd bilind nirxand.

Rewşa siyasiya Iraqê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqa Federal mijareke dinê vê hevdîtinê bû ku Serok Barzanî amaje bi têkoşîn û qurbanîdana gelê Kurd ji bo bidestxistina maf û aramiya tevahiya Iraqê kir. vegere ser destûr û diyalog û têgihîştina baştirîn rê ji bo çareserkirina pirsgirêkan û bidestxistina aramî û geşepêdana Iraqê.

Her du serokan her wiha rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û pêşxistina peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Spanyayê gotûbêj kirin.

Back to top button