Serok Nêçîrvan Barzanî: Em dê digel Îranê rêkeftineke nû bikin.
Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, piştî dîdar û civînên xwe yên du rojî li Tehranê, paytexta Komara Îslamî Ya Îranê, roja 07.05.2024ê, civîneke çapemeniyê li dar xist û bi giştî behsa rewşa Iraq, Herêma Kurdistanê û navçeyê kir û bersiva pirsên rojnamevanan da.
Destpêka axvtina xwe de serok Nêçîrvan Barzanî got: Serdana me bo Komara Îslamî ya Îranê serdaneke baş bû û em di wê baweriyê da ne ku ev serdan dê bibe destpêkek nû di peywendiyên Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê de. Di vê serdanê de em gelek bi germî hatin pêşwazî kirin û em sipasiya wan dikin. Em, pêşiyê, ji aliyê Rêberê Komara Îslamî ya Îranê ve, herwesa ji aliyê Serokkomar, Serokê Parlamentoyê, Sekreterê Encumena Ewlehiyê bi rêzdarî hatin pêşwazîkirin.
Bi giştî civînên me hemû gelek baş birêve çûn. Ji bo me li Herêma Kurdistanê peywendiya bi Komara Îslamî ya Îranê ra gelekî girîng e, ew pêwendiyeke dîrokî ye û gelek tiştên me yên hevbeş hene ku me bi hev ve girêdide. Me spasiya hemû alîkarî û piştevaniyê kir ku di qonaxên dijwar da hertim piştgîriya me kirine.
Bê guman di vê rêyê de hinek pirsgirêk hene, lê ya giring ewe ku divê em lêbixebitin ku van pirsgirêkan çareser bikin. Me di serdana xwe de ji bo Komara Îslamî ya Îranê dît ku, îiradeyeke gelek cidî ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera xwe da heye. Helbet Herêma Kurdistanê jî dixwaze baştirîn peywendiyên digel Komara Îslamî ya Îranê wek cîranekî pir girîng, wek cîranekî ku hertim di rojên teng da alîkariya Herêma Kurdistanê kiriye. Ew tiştên dibin sedema nakokiyan di peywendiyên me de divê ji holê bên rakirin û ez hest dikim ku li Komara Îslamî ya Îranê û helbet li Herêma Kurdistanê xwedî îradeyek cidî ne ku van tiştan ji holê rakin. Herêma Kurdistanê dixwaze wek hertim faktora aramî û ewlehiyê li deverê bimîne, ev siyaseta sabit ya Herêma Kurdistanê ye û em dê li ser vê siyasetê berdwam bin.
Serok Nêçîrvan Barzanî di bersiva pirsekê da derbarê hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê û gotûbêjkirina vê pirsê digel berpirsên payebilind yên Komara Îslamî ya Îranê got: Destpêkê da ez vê zaniyariyë ji bo te rast bikim, bi tu awayî pirsa hilbijartinên Herêma Kurdistanê weke mijarek di civînên me da nehatiye behis kirin. Ji bilî li cihekî ji hat pirs kirin ka hilbijartinên Herêma Kurdistanê dê kengê bên lidarxistin? Ji bilî vê zêdetir ev yek nebûye mijara hevdîtinên me yên li Tehranê. Bersiva me ya ji bo vê pirsê û ya ku bi Serokatiya Herêma Kurdistanê ve girêdayî ye ev e ku me roja hilbijartinê diyar kiriye û heta vê kêlîkê jî ew roj nehatiye guhertin. Lê ya giring eve ku divê hilbijardin were kirin. ji xwe hilbijartin ji bo çi tê kirin? Hilbijartin tê kirin bi armanca karkirina hevbeş ji bo xizmetkirina hemû welatiyên Herêma Kurdistanê tê lidarxistin.
Hilbijartin bên kirin dema ku hemû alî li ser li hev bikin û hilbijartin nebe sedemê jihevdûrketina aliyên Herêma Kurdistanê. Berpirsiyariya min, wek serokê Herêma Kurdistanê, piştgiriya ti aliyekî nakim, desthilata min weke, Serokê Herêma Kurdistanê, parastina berjewendiyên Herêma Kurdistanê ye, û ez berjewendiyên Herêma Kurdistanê di ser raya partiyan re dibînim. Her pêngaveka ez pavêjim dê di çarçoveya berjewendiya Herêma Kurdistanê da be û di çarçoveya berjewendiya nebe bibe sedema zêdetir parçebûna herêma Kurdistanê. Berjewendiyên partiyan çi dibe bila bibe, ew maf û heqê hene û raste, lê erkê li ser milê min wek Serokê Herêma Kurdistanê parastina berjewendiyên Herêma Kurdistanê ye. Min tarîx neguhert, lê ez dixwazim hilbijartinek were kirin ku hemû alî li ser li hev bikin.
Ez hilbijartineke dixwazim hilbijartinek dixwazim ku, tê da tu partî xwe têkçûyî û serketî nebîne . Ez naxwazim hilbijartinek were kirin ku zalan li ser hev tomar bikin, me ev kir, me zor li we kir û heta dawiyê jî ev gotin ne rast in û bi rastî jî xizmeta berjewendiyên welatiyên Herêma Kurdistanê nakin. Hewldanên me, bi rêz û spasî ve ji bo Bexdayê, birêz Serokwezîr û Dadgeha Federalî, ji bo Fayeq Zêdan Serokê Dezgeha dadwerî, bi rastî jî hewlên me hemûyan berdewam in, Ez Spasiya wan dikim ku, di vê mijarê bi Herêma Kurdistanê ra ne, bi Serokatiya Herêma Kurdistanê ra ne, ew jî hevdengin ku nabe tu tiştek were kirin ji bo zêdetir parçekirina Herêma Kurdistanê neyê kirin. Min tarîx destnîşan kiriye, û heta nuha yê ku dibêjin min roja hilbijartinan guhertiye ew hemî ne rast in.
Derbarê kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê û rola Îranê di çareserkirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê da, Serokê Herêma Kurdistanê got: Serdana me bi vê pêkhateya em hatine Tehranê û asat dîdarên me li Tehranê, ev hemû wê yekê ji me ra dibêje ku, me dest bi qonaxeke nû di peywendiyên me da kiriye. Ev ji bo me herduyan qonaxeke nû ye, divê em pir bi baldarî çavdêrî û parastina wê bikin û her pirsgirêkek di vê navberê da pêwîstî bi diyalog û têgihiştinê heye û berî ku pirsgirêk derkevin divê em wan çareser bikin. Serdan bi xwe ne serdaneke ku di şev û rojekê da pêk hatibe. Ev çend meh in em bi berdewamî dixebitin. Dîsa hem li Bexdayê bi saya rola serokwezîrê Iraqê El-Sudanî di vî warî de bi rastî alîkar bû û me çendîn civînên nehênî yên dirêj li dar xistin ta ku îro em li Tehranê ne.
Rola Komara Îslamî ya Îranê, tiştê ku me li vir ji hemû berpirsên Komara Îslamî ya Îranê bihîstiye, dixwazin her du aliyan teşwîq bikin ku bigihin rêkeftinekê ji bo çareserkirina pirsgirêkan. Me ev yek di hemû rayedarên vî welatî de weke dostên herdu aliyan dît. Helbet weke dostekî hevpar, me jî daxwaz ji wan kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê da alîkariya me bikin.
Serok Nêçîrvan Barzanî di derbarê naveroka hevdîtina xwe ya digel Rêberê Bala yê Konara Îslamî ya Îranê, serdana çaverêkirî ya Serokomarê Îranê bo Bexdayê, vexwandina wî ji bo Hewlêrê û balkişandina medyaya Îranê bo serdana wî bo Tehranê ku weke Balyozê Aştiyê yê Herêma Kurdistanê li Tehran nasandiye, got: Derbarê civîna bi Rêberê Bala yê Komara îslamî ya Îranê, ez şanaz bû ku min ew hevdîtin digel cenabê wî hebû. Civînek pir baş bû. Gelek bi zelalî diyar kir ku, ew piştevaniya çareseriya aştiyane û diyalogê ya hemû pirsgirêkan dike. Ez nikarim têkevim hûrgiliyên hevdîtina me bi Rêberê Bala yê Komara Îslamî ya Îranê re.
Di derbarê Serokomarê Îranê da, erê, di civînê da behsa serdana wî ya bo Bexdayê hat kirin, di vê çarçoveyê de min wek Serokê Herêma Kurdistanê ew vexwendiye û hêvîdar im qebûl bike. Min vexwendnameyeke fermî ji wî ra pêşkeş kir ku di çarçoveya serdana xwe ya bo Bexdayê da serdana Herêma Kurdistanê jî bike. Ez wisa difikirim ku wî ew vexwendin bi cidî girtiye û dê bi xwe li gorî dem û rewşê û hewdu rûnên û binirxînin, lê wî bi erênî qebûl kir. Min ew manşêt nedîtiye, lê rola Herêma Kurdistanê bi giştî roleke aştiyane li navçeyê ye. Min di destpêka axavtina xwe da jî got ku, Komara îslamî ya Îranê ji bo me welatek gelek giringe û pêşdebirina peywendiyan bi Îranê ra, wek Iraq û weke Herêma Kurdistanê ji kar û xebatên me yê pêşîn dibe.
Serok Nêçîrvan Barzanî di bersiva pirsyareke din da li ser rewşa asayîşa herêmê got: Beşek ji civînên me li ser vê mijarê bûn, helbet hûn dizanin ku digel Iraqê me komîteyeke asayîşê heye. Nûnerê me di vê komîteyê da Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê kak Rêber Ehmed e ku, ew jî digel şandeya me di hemû civînan da beşdar bûye. Min di hemû civînan da bihîst spasiya rol û xebata Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê di warê pêşdebirina dosyeya emnî da hatiye kirin. Lê bihêle ez behsa prensîba pirsê bikim ku, Herêma Kurdistanê nabe çavkaniya gefan bo ser cîranên me, ez carek din dibêjim ku, Îran ji bo me cîraneke giring e, nabe hêzeke çekdar, bi ti nav û bi her awayî nabe li Herêma Kurdistanê bin û ji Herêma Kurdistanê werin nav xaka Îranê û çalakiyên leşkerî bikin û vegerin Herêma Kurdistanê!.
Kîjan welat vê qebûl dike? Di kîjan hiqûqa navneteweyî da ev yek tê qebûlkirin? Herêma Kurdistanê jî wek cîran li ser Tirkiye, Îran û Sûriyê vê prensîbê dişopîne. Yanî ev prensîb di têkiliyên dualî yên digel welatan da prensîbeke tam rast e û Herêma Kurdistanê jî pabendî vê prensîbê ye. Di vê çarçoveyê da gelel kar hatiye kirin û karê baş hatiye kirin. Gelek ji nîgeraniyên Îranê yên derbarê mijarên ewlehiyê da, çendîn car spasiya Wezîrê me yê Navxweyî hatiye kirin. Belê kar maye were kirin, lê ya giring ez hest pê dikim ku, em ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan bi timamî li ser rêyek rastin. Divê ev partî rewşa Herêma Kurdistanê baş fêm bikin û bi spasdarî jî ev yek kiriye. Em hêvîdar in ku vê rewşê baştir fêm bikin û em ber bi qonaxekê ve biçin ku, ev pirs êdî nebe mijara civînên navbera Herêma Kurdistanê û Îranê.
Di derbarê qonaxa nû ya di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê û bandora li ser rewşa siyasî, aborî û emnî ya navçeyê û rêkeftinên navbera Hewlêr û Bexdayê da, Serokê Herêma Kurdistanê got: Gelek tişt hebûn û gelek dest hebûn ku bibû sedema wê yekê ku nîgeranî peyda bibin. lê sedema ji hemûyan giringitir civîn digel heb dikêm bûn. Her pirsgirêkek hebe bi her awayî be, eger civîn û mekanîzmek hebin ku nuha ew digel Tehranê li ser wê mekanîzmê rêkeftin ka çi awayê mekanîzmê hebe, eger pirsgirêkek serî hilda divê rê lê bê girtin, nabe îhmalê hebe ku piştî pirgirêk çêdibe êdî mirov rabe li çareseriyekê bigere. Me niha li ser mekanîzmekê li hev kiriye ku ez naxwazim li vir têkevim, lê wek prensîp me li ser wê mekanîzmayê li hev kiriye û dê bi nivîskî be û me li ser çawaniya pêkanîna vê mekanîzmayê li hev kiriye.
Ji aliyê me ve wek Herêma Kurdistanê ev yek dê bandorê li bazirganiyê, asayîşa xelkê Herêma Kurdistanê bike û çûnûhatina hemwelatiyên Kurdistanê bo Îranê û hemwelatiyên Îranê bo Herêma Kurdistanê bandorê bike, ku ji bo me gelek giringe. Di hevdîtinên ku me îro û duh li Tehranê pêk anî da, Ji bo pêşwaziya xweş a heciyên ku çileya Îmam Hisên da çûne Kerbelayê çi pêşwaziyek gerim li wan heciyan hat kirin, spasiya Herêma Kurdistanê û hemwelatiyên Herêma Kurdistanê kirin, ne tenê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, belku hemwelatiyên Herêma Kurdistanê jî. Ger welatek hatinûçûna bi vî rengî hebe, dê aboriya wî geş bibe û ewle be. Ev jî di berjewendiya her du aliyan da ye, Herêma Kurdistanê û Îranê. Ev destpêkek nû ye, emê peymanek nû çêkin û mekanîzmayek nû ava bikin da ku tiştan baştir bikin û rojekê nebînin ku pirsgirêkek din di navbera me de derbikeve.
Derbarê rola Îranê di cîbicîkirina rêkeftina navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de, hûn dizanin ku berî demekê ez li Bexdayê bûm û min digel Serokwezîr û Serokê Dadgeha Federalî hevdîtin pêk anîbû û min hest pê kir ku li wir jî pirsgirên ber bi çaresriyê ve diçin. Ew rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê hatiye kirin ku, min gelek car gotiye û li vir jî ez dibêjim Hikûmeta Herêma Kurdistanê pabende bi cîbicîkirina wê rêkeftinê û heta radeyek baç Hikûmeta Herêma Kurdistanê cibicîkiriye, em li benda wê yekê ne ku tişta ku bi Bexdayê ve girêdayî ye cîbicî bike. Êdî nabe mûçeyê mûçegirên Herêma Kurdistanê bibe nûçe, eveye aramanca me, nabe dubare bibe. Di civîna sêalî da, min, Serokwezîr û Serokê Dadgeha Federalî, me li ser wê prensîpê li hev kir ku her çend di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê da pirsgirêk hene, lê mûçeyên Herêma Kurdistanê bi pirsgirêkên navbera her du aliyan ve nayê tevlihev kirin..
Di bersiva pirsiyara dawî da li ser daxwazên Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê ji hev li ser mijarên ewlehî û zêdetir hevkariyên aborî, Nêçîrvan Barzanî got: “Belê, di warê ewlehiyê da daxwaziyên me hebûne, lê dê di komîteya asayişê da ku Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê nûnerê Herêma Kurdistanê ye û berpirsê wê dosyeyê ye, were gotûbêjkirin. Me di van hevdîtinan da jî bi zelalî behsa nîgeraniyên Herêma Kurdistanê kiriye. Em ê vê yekê di çarçoveya mekanîzmaya ku min ji we ra behs kir da nîqaş bikin. Pirsên çandî û hwd.. Bê guman em ê werin ser van pirsgirêkan, lê ya ku niha li pêş me ye ji holê rakirina van fikaran û pirsgirêkên ku niha hene. Em hêvîdar in ku ev arîşeyên han çareser bibin û wek du cîranên pir nêzîk, di hemû waran da, di warê çandî, xwendina bilind û di hemû waran da, bi Komara Îslamî ra peywendiyên baş deynin.