HEZKURD: Ji bo kurdî tenê tayînkirina 10 mamosteyanli Kurdan heqaret e

Berdevkê Tevgera Zimanê Kurdî (HEZKURD) Barij Celalî biryara Wezareta Perwerdehiyê ya ji bo tayînkirina 10 mamosteyên kurdî yên îsal nirxand û got, “Tayinkirina tenê 10 mamosteyên kurdî heqareta kurd û kurdî ye.”
Wezîrê Perwerdeya Neteweyî yê Tirkiyê Yusuf Tekin ragihand ku dê 20 hezar mamosteyên nû bên tayînkirin.
Mamoste dê di serî de Hînkirina Ders, Hîndariya Perwerdehiya Taybet, Rêbertî, Îngilîzî, Çanda Dînî û Zanînên Exlaqî di 5 şaxan de bên tayînkirin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Perwerdehiya Neteweyî, îsal ji bo zimanê Kurdî( Kurmancî û Zazakî)kotaya mamosteyan hatiye veqetandin. Dê li gora vê 6 Kurmancî û 4 Zazakî dê bên tayînkirin
Berdevkê Tevgera Zimanê Kurdî (HEZKURD) Barij Celalî beşdarî bultena Rûdawê bû û derbarê mijarê de nirxandin kirin.
Celalî diyar kir ku îsal 34 hezar xwendekaran dersên bijarte yên kurdî hilbijartine û diyar kir ku divê herî kêm 250 mamoste bên tayînkirin.
“Heqaret li kurdan kirin”
Celalî diyar kir ku her sal 2 an 3 mamoste tên tayînkirin û wiha got, “Ji bo kurdî tenê 10 mamoste tên tayînkirin, heqareta li kurdan û zimanê kurdî ye.”
Celalî di bersiva vê pirsê de ku ji bo zêdekirina hejmara mamostayên kurdî çi dikare bê kirin, wiha got: “Dema ku di medyayê de kampanyaya ji bo kurdî tê kirin, bi awayekî ev mijar dibe mijareke germ. Lê saziyên ziman, bêguman xebatên xwe didomînin. Sazî tên cem hev û em dikarin çi bikin dinirxînin. Ez vê bêjim; lêkolîn pir kêm in. Çi partî û îdeolojî çi dibe bila bibe, heta ku siyaseta li Bakur bi hesasiyeteke netewî nêzî vê mijarê nebe, dê hewldan her tim kêm bin.
Geri bildirim gönder
Y