Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Îtalya li Iraqê kir
Li Selahedîn Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Îtalya li Iraqê Maurizio Greganti kir.
Balyozê Îtalya li Iraqê ku bi helkefta bidawîhatina erk û erkên xwe yên li Iraqê serdana Serok Barzanî kiribû, tekez li ser dostaniya gelê Îtalya û gelê Kurdistanê kir û hêvî xwest peywendiyên her du aliyan berfiretir bibin.
Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî hêviya serkeftinê ji bo Balyozê Îtalya li Iraqê xwest û têkeliyên di navbera gelê Kurd û Îtalyayê bi dîrokî û dostane wesif kir.
Rewşa siyasî ya Iraqê, peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqa Federal, gef û pêşhatên navçeyê, hebûna hêzên hevpeyman li Iraqê û giringiya hilbijartinên Herêma Kurdistanê mijarên din ên hevdîtinê bûn.
Hêjayî gotinê ye ku di civînê de birêz Michele Camerota Konsulê Giştî yê Îtalya li Hewlêrê jî amade bû.