Polîtîk

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqê kir

Îro dûşem 15.06.2020 Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Stephen Hickey Balyozê Brîtanya li Bexdayê kir.

Li civînê de ku birêz James Thornton Konsolê Giştî yê Brîtanya li Hewlêr amade bû, behsa rûdana dawî ya belavbûn û rûbirûbûna pejika Korona û rewşa siyasî û aboriya Iraq û Herêma Kurdistanê û peywendiyên Hewlêr û Bexda kirin.

Her wiha ew kêşe û qeyranên rû li Iraqê bi giştî kiriye û hengavên nû yên Hikûmeta nû ya Iraq û peywendiya Herêma Kurdistanê bi Hikûmeta Federal û gefên serhildana Da’îş mijareke dinê civînê bûn.

Li vî warî de her dû alî gef û metirsiyên Da’îş bi ciddî wesifkirin bi taybetî ku tevgerên wan yên vê dawiyê li gelek navçeyên Iraqê da zêde kirine. Li vî derbarî de jî berdewamiya piştgîriya hevpeymanên navdewletî ya Iraq û Herêma Kurdistanê ya li rûbirûbûna terorê û çespandina asayîşa li Iraq û Herêma Kurdistanê da bi girîng zanîn.

Her wiha peywendiya Brîtanya li gel Iraq û Herêma Kurdistanê mijareke dinê vê civînê bûn.

Back to top button