Civak

Salane li Başûrê Kurdistanê 1000 ton masî tê girtin

Demsala nêçîra masiyan li Başûrê Kurdistanê destpêkir û salane li demsalên nava meha adarê qedexeya nêçîra masiyan tê ragihandin û li nava meha hezîranê jî li gor çend merc û rêkaran rê bi nêçîra masiyan tê dayîn ku nêçîrvan dest bi nêçîrê bikin.

Li Başûrê Kurdistanê nêzîkî hezar malbat debara xwe ji nêçîra masiyan bi dest ve tînin û salane zêdetirê hezar ton masî difroşin.

Armanc Celal piştî sê meh veqetandina ji karê xwe rû li gol û deryaçeya Dûkan kiriye, dest bi danîna torên masiyan dike û dibêje: “Jiyana me li ser nêçîra masiya ne, sê meh geleke ji bo qedexekirina wan, em li wan sê mehan da bêkar mabûn, mûçe û maaşê me nîne, karê me tenê nêçîra masiya ne, lê belê kêşe eweye ku nehatiye rêkxistin û mûçexor jî li gel me beşdarin”.

Back to top button