Polîtîk

Serok Barzanî pêşwaziya Ahmet Turk kir

Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî li Selehaddîn pêşwaziya Ahmet Turk û şanda pêre kir. Îro serokê Kurdistanê li bajarê Selehaddîn hevdîtinek li gel Ahmet Turk û şanda BDP-ê ya li gel Turk re pêkanî. Di şanda BDP-ê de, Aysel Tugluk, Fethî Gumuş û Ruşen Mahmutoglu cih digirt. Di civînê de li ser rewşa Tirkiye û bûyerên li vê dawiyê çêdibin hate sekinandin. Herweha behsa pêkanina kongreyek netewî hete kirin û di vê derbarê de BDP-ê ditênên xwe pêşkêşî serokê Kurdistanê kirin.

Herweha li gora agahdariya BDP dixwaze li Hewlêra paytextê Kurdistanê ofîsekî veke û ev daxwaziya xwe ji serok Brazanîre gotin.

Back to top button