Serok Barzani pêşwazî li wezîrê berevaniya Tirkiye kir

Serok Barzanî îro pêşwazî li Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar kir.

Şeva borî li Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar bi riya Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê gihîşte Herêma Kurdistanê. Di yekem cîvînên xwe de jî, Hulusî Akar ligel Serok Barzanî civiya.

Di hevdîtinê de, pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û hemahengiya leşkerî û ewlekariyê mijarên sereke yên civînê bûn.

Biryar e Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar piştî wê civînê, ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bicive.

Li gor zanyariyan, yek ji tewerên sereke yên civînên berpirsên bilind ên Herêma Kurdistanê û Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar, rewşa navçeyên sînorî ye ku duhî ew pirs ligel berpirsên Iraqê jî guftûgo kiribû.

Nerîna min :