Polîtîk

Serok Barzanî pêşwazî Elî Bapîr kir

Îro çarşem 17/03/2010 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li birêz Elî Bapîr Emîrê Komeleya Îslamî li Kurdistan û şanda li gel kir.

Li hevdîtinê de, ku rêzdar Fazil Mîranî Sekreterê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê û Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêmê amade bûn , her du alî xweşhaliya xwe bi rewşa hilbijartin li Herêma Kurdistanê derbirî ku serkeftiyane û bi awayeke bêpirsgirêk û li rewşêke ewlehî aramda birêveçû û tekîd jî li ser pêwîstiya rêkxistina nav malê Kurdistanê kirin bo ku nûner bi bernameyeke têr û tije û bi yekhelwestî bi taybetî li meseleyên çarenivîsan da ku pêwendî bi berjewendiya bilinda gelê Kurdistanê û Herêmê ve heye serî li Bexda bidin û ji bo vê mebestê jî Serok Barzanî niyaza xwe nîşan da ku piştî ragihandina encamên hilbijartinê zincîre kombûn li gel lîsteyên siyasî de encam dide.

Her wiha li vê hevdîtinê de her du alî cext li ser dûbare berbijêrbûna birêz Celal Talebanî ji bo posta Serok Komariya Iraqê kirin û bi pêwîstî zanîn ku hemû hêz û alî û qewareyên siyasiyên Kurdistanê li gel vê berbijêriyê de bi hevre bin.

Back to top button