Polîtîk

Di nav “ Jenosida Spî“ de Helebçe hat bîranîn

 

Entab – 16-ê adarê li bajarê Entabê hola rojnama Newrozê, şaxê MESOP yê Entabê ji bo bîranîna 22 saliya jenosîda Helebçe, panelek darxist. Panelîst nivîskar Berzan Botî bû. Botî li ser qirkirina miletan sekinî û li ser trajediya Helebçe dîtinên xwe gotin. Wek tê zanîn Entab bajarek yê Kurdistanêye û kemasî ji sedî 70 nifûsa Entabê kurdin. Lê Entap ketiye ber asimîlasyonê û gelek waran de karekterî xwe yê kurdî winda kiriye.

Botî di destpêka axaftina xwe de got:“ Em îro li bajarek yê kurdan ku bûye armanca Jenosîdek sipî, yanî hatiye asimilekirin, behsa qirkirina Miletê Kurd li Helebçe kirin, hisek gelek taybetî mirov re çêdike. Li Helebçe jenosîdek fizikî çebûye, lê li Entabê jî asimîlasyon yanî jenosîdek sipî çêbûye.“

Piştî gotar û hinek pirsan panal bi awayek serkevtî dawî hat.

 

Back to top button