Polîtîk

Li Kerkûkê kurd li pêşin

Berpirsê dezgeha hilbijartina yê PDK-ê, ev yek red kir ku ereb û turkemen li parêzgeha Kerkûkê di hilbijartinan de piranîya dengan bi dest ve anî ne.
Di heman demî de berpirsê dezgeha hilbijartina yê PDK-ê, da xuyakirin, ku di parêzgeha Kerkûkê de alîyên Kurdistanî bi rêjeya 60.000 dengan li pêş alîyên ereb û turkemenanin.

Berpirsê dezgeha hilbijartina yê PDK-ê Cehfer Emînkî, di bêjedanekî taybet de ji PNA re da xuyakirin, ku di parêzgeha Kerkûkê de dengên Kurdan ji dengên herdu alîyên turkemen û ereban gelekî zêdetir e. Li gora gotina Cehfer Emînkî Kurdan heta niha di parêzgeha Kerkûkê de 60.000 deng pitir ji alîyên ereb û turkemenan bi dest ve anîn e. Di beşekî dinê bêjedana xwe de berpirsê dezgeha hilbijartina yê PDK-ê da xuyakirin, ku egera evê çendê ku lîsta Hevpeymanîya Kurdistanî 7 kursî ji 13 kursîyên parêzgeha Kerkûkê bi dest ve bihîne gelek zêde ye. Eminkî ragihand, ku lîsta Eliraqîye dê 5 kursîyên parêzgeha Kerkûkê bi dest ve bihîne.

Back to top button