Serok Barzanî pêşwazî Samarayi kir
Îro çarşem 17/03/2010 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwazî li birêz Dr. Eyad Samerayî Serokê Encumena Nûnerên Iraq û Nesîr El’anî Serokê Dîwana Serokayetiya Komar kir.
Li hevdîtinê de ku her du birêz Fazil Mîranî Sekreterê Mekteba Siyasiya Partiya Demokrata Kurdistanê û Dr. Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêmê amade bûn pêşhatên siyasiyên dawî ya rewşa Iraqê û encamên hilbijartina Encumena Nûnerên Iraqê û çawayiya hevpeymanî girêdan û roja dawiya siyasiya piştî hilbijartinan hate nîqaş kirin û her du alî cext li ser berdewamiya şêwirîna li gel hevdû û sebaret bi yekhelwestiya li helwesta nîştimaniya giştiyan da hemû hêz û qewareyên siyasiyan kirin.
Dr. Eyad Samerayî Serokê Encumena Nûnerên Iraqê behsa rola helwesta Kurd li Iraqa nû da kir û balkişand li ser wê yekê ku Kurd aliyê serekiyê pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqa Federal û giraniya xwe jî li proseya siyasiya Iraqê da heye.
Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî tekîd li wê yekê kir ku helwesta Kurd li hevpeymanî girêdanê de hejmara kursiyan merc nîne, belku bi pêwendiya dîrokî û bi rêbaza aliyane. Hilbijartina vê carê ji hilbijartina sala 2005 baştir bû, bi taybetî li ruyê ewlehiyê ve. Em li benda encamanin û sebaret bi hevpeymanî girêdana li gel çi aliyek heta niha me tu biryarek nedaye, ewlewiyata me rêkxistina mala Kurdistane û hêla sor û veto jî me li ser tu aliyek daneniye.
Li ser asta Iraqê girêdana bi hevkariya fî’îlî û binyadnana artêş û hêzên navxo û destûr û encamdana serjimêriyeke giştî û li ser asta pêwendiya di navbera Herêm û Hikûmeta Federal jî, dozîna çareseriyeke fî’îlî ji bo cih bi cih kirina maddeya 140 wekî maddeyeke destûrî û her wiha yasaya neft û xaz û budceya Pêşmerge wekî beşek ji menzumeya bergiriya Iraqê çend prensîpeke ku Kurd pêve girêdayiye ji bo hevpeymanî girêdana li gel her hêz û qewareyeke siyasiya Iraqê da.