Polîtîk
Serok Barzanî li Selahedînê bi balyozê Amerîkayê re civiya
Duhî dûşemê 18.01.2010-ê li Selaheddînê Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê pêşwazî li sefîr Christopher Hill balyozê Amerîkayê yê li Iraqê û şandekê li gel kir.
Di hevdîtinê de pêwendiya dualiyî a di navbera herêma Kurdistanê û Wilayetê Yekgirtiyên Amerîkayê di warên cihê de û çawaniya gengeşekirin û berfireh kirina wan pêwendiyan hate nirxandin.
Her wiha proseya siyasiya Iraqê, amadekariyên ji bo hilbijartinên parlamentoya Îraqê ku, biryare di 7ê meha adara îsal de bên kirin û paşaroja Iraqê a piştî hilbijartinê û serdana çaverêkirî ya serok Barzanî bo Wilayetê Yekgirtiyên Amerîkayê hate guftûgo kirin.