Leşkeran ji bo înkilabek leşkerî planên qirêj çêkirine
Enqere – Rojnama Taraf, îro belgenameyek din belav kir. Ev belge plan û bernama înkilabek leşkeriye ku sala 2003-ê hatiye amadekirin. Dema sala 2002-ê Ak-Partî hilbijartin kar kirîn û bûyî hukumet, hinek generalên bilind ji vê yekê gelek ne rihet bûne û xwestinê înkilabek leşkerî bikin û ji bo vê yeke jî planek amade kirine. Amedebûn di bin serokatiya orduya yekê a Tirkiye de li gel gelek efserên bilind hatiye kirin.
Li gora planê divê rewşek gelek nexweş bête xulikandin. Ji bo vê jî plana yekem ewe ku, wê bi Mizgefta Beyazit roja înê dema xutbê bombeyek bête teqandin û dema teqandina bombê hemî bi kamerayek bête kişandin bikin film. Piştre li mizgeftek din jî teqînekî bikin û bêxin filmê da ku di medyayê de bêne belavkirin.
Herweha aliyek din yê planê ewe ku li gel Yunanistan bûyerek pêyda bibe, ew jî ewe ku dema balafirên Yunaniyan bêne li ser Derya Ege welê çêkin ku belefirek ya Tirkî ji teref Yunaniyan ve bête existin, eger ev nebe ew bi xwe balefirek ya xwe bêxin û bêjin Yunaniya existiye û van tiştan hemiya di medyayê de belav bikin ku rewşek nexweş, ne aram û tevliheviyê bi raya giştî bidin qebûl kirin.
Ev plan hemî bi gelek hesasî hatine amedekirin, heta kesên bombê biteqîne, kesên filma bûyerê bigirin hemî bi nav hatine kifşkirin. Gelk civîn di bin navên cuda ji bo nirxandina vê planê çêkirine.
Li gora planê, dê ji berî tiştekî bi çêkirina hinek çelakiyan rewşek ne aram bê peyda kirin û ji bo vê jî hukmê avarte leşkerî(hukmê orfî) bê ilan kirin û piştre jî wek înkilaba leşkerî ya 12 Îlona 1980-ê înkilabek bê çêkirin.
Di nav van belgeyan de bi hezaran rûpel, gelek cd û film hene. Ev belge di destê rojnama Tarafê de ne. Di nav vê planê de 29 general û 162 efserên bilind cih girtine.