Polîtîk

Di preskonferensekê de serokê hikûmetê hûrgilyên budceya Kurdistanê eşkere kirin

 

   
Piştî civîna civata wezîrên hikûmeta herêma Kurdistanê bi dawî hatî, Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê, bi amadebûna wezîrê pilandananê û fînansê, di preskonferensekê de hûrgiliyên civînê ji ronamevanan re eşkere kirin.
Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê li dor encamên civîna civata wezîrê hikûmeta herêma Kurdistanê got:

– Di civînê de budceya herêma Kurdistanê hat minaqeûe kirin û pesindkirin. Yek ji xalên giringên budceyê ewe ku ew budceya sertaserî Kurdistanê ye. Ev jî ji bo nehêlan û binbirkirina rewşa du îdariyê li herêma Kurdistanê pêngaveke giring e.

– Ez dixazin bêjim ku pêngava yekê me ji wê niqteyê destpêkir ku xerciyat û nefeqê îdarî li wezaretan û saziyên hikûmî kên bikin û li ser meaşê malbatên şehîdan zêde bikin.

– Heta ku qanûna alîkariya partiên siyasî ji parlamentoyê derdikev dê pereyekê diyarkirî ji partiyan re bê dayîn. Pereyê pêşmerge ji aliyê partiyan ve nayê serif kirin, dê ji aliyê wezareta pêşmerge ve be, ew jî ji bona yekirin û xizmetkirina pêşmerge ye.

– Di budceya îsal de pereyê avakirin zanêngehên Germiyan, Helebce, Zaxo û Raniya û pêşxistina zanêngeha Soranê hatiye berdest kirin.

– Ji budceya îsal meaşê şehîdan, enfalkiriyan, kêmendaman û şehîdên hevwelatî zêde dibe. Eger melbateke enfala niha sê sed hezar dînara werbigire, li gor vê budceyê dê bibe çar sed û pêncî hezar dînar. Eger meaş çar sed hezar dînar be dê bibe pênc sed hezar dînar.

Herwesa serokê hikûmetê di preskonferensê de got ku 120 milyon dînar ji bo şandina xwendekarên kurd bo derve hatine terxan kirin û 150 milyon dînar jî bo avakirina dibistan û xwendigehan, çêkirina riya Hewlêr-Koyê, Erbet-Helebce, avakirib wêstegê kareba Duhok, pirojeyê ava Şemamik bo deşta Hewlêrê û pirojeyê ava Akrê hatine berdest kirin.

Li gor axaftina serokêl hikûmeta herêma Kurdistanê ji %10 meaşê wezîr û parlamenteran tê kêmkirin û pêncî milyon bo banka zîraetê û sî milyon dînar jî bo banka senayî hatine berdest kirin.

Saluh got ku 350 milyon dolar ji bo sindoqa akincîkirinê hatine terxan kirin.

Serokwezîrê hikûmeta Kurdistanê di dawiya axaftina xwe de got ku dê civata wezîran pirojeqanûna budceya herêma Kurdistanê ji parlamentoya Kurdistanê re bişîne daku ew jî minaqeşeyê li ser bikin û pesind bikin.

Back to top button