Polîtîk

Serokê CHP-ê bi tundî dije guhertina Destûrê derdikeve

Enqere – Serokê CHP-ê Denîz Baykal îro di civîna guruba partiya xwe ya di parlementoyê de axaftinek kir. Baykal di axftina xwe de eşkere erîşê pêşketinên li Tirkiye çêdibin kir û hukumet ji bo guhertinan tawanbar kir.

Bi kurtahî Baykal di axaftina xwe de got: “ Bawer nekin ku ev şer xilas dibe, guhertina Destûra Esasî ji bo gorkirina şerê di nav dezgehên dewletê de ye. Dixwazin destûrê biguherin da selahiyetên dezgehên dewletê  wek Hêzên Çekdar û Dadgeha Qanûnî kêm bikin. Serokê Dadgeha Temîzê dibêje “em bergiriyê li xwe dikin “  nexwe hinek erîşê wan dikin. Leşker dibêje  “ li himber me erîşên mezin hene “, nexwe hinek şerê wan dikin. Niha eşkereye ku guhertina destûrê şerkirina li dijê dadweriyê û hêzên çekdar e. Niha hukumet li himber dezgehên dewletê di nav şerekî de ye. Dixwaze guhertina destûrê bibin dengdana gel, muhleta 120 rojî dixwazin bikin 45 roj. Di bin vê de daxwaziya guhertina Destûra  Esasî (bingehîn) weşartiye. Gelek general bi tuhmeta çêkirina darbeyek leşkerî hatin tawanbarkirin hemî derew derketin. Pirsa Girtina Miralay (albay) Dursun Çîçek, gelek tişt eşkere kirin, Çîçek ji terefê dadgehek medenî ve hate azad kirin. Ev delîlê wê yekene ku hukumet ne raste. “

Rojeva Kurd

Back to top button