Îro în 06.02.2015 li yekemîn roja Konferansa Asayîşa Cîhanî ya li bajarê Munîxa Almanya birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û şanda li gel beşdarî li rêwresma vekirin û birêveçûna Konferansê kirin.
Her îro li yekemîn roja destpêkirina çalakiyên Konferansa Asayîşa Cîhanî ya Munîxê û li dema konferansê de Serok Barzanî û şanda li gel, bi Xanim Madeleine Albright Wezîra berê yê Karubarê Derveyê Amerîka civiyan û li civînê de rewşa siyasiya Iraq û Kurdistanê û şerê dijî terorîstên Da’îşê guftûgo kirin.
Her wiha li yekemîn roja Konferansa Asayîşa Cîhanî ya li bajarê Munîxê Serok Barzanî û şanda li gel bi cûda cûda li gel Sebastian Kurz Wezîrê Derveyê Awusturya(Nemsa) û Vesna Pusiç Wezîrê Derveyê Hirwatîstanê civiyan û li her dû kombûnê da şerê Da’îş û êrîşa terorîstan ya li ser asayîşa Kurdistan û Iraq û navçe û cîhanê û her wiha peywendiya dû qolî ya di navbera Herêma Kurdistan û Awusturya (Nemsa) û Hirwatîstanê guftûgo kirin.
Li beşekî dinê çalakiyên yekem roja Konferansa Munîxê û li konferansê da Serok Barzanî û şanda li gel bi amadebûna hejmarek endam Parlemen û kesayetiyên siyasî û emnî yên Ewrupa û Amerîka beşdarî civîneke taybet bûn û têda rewşa meydanî û serkeftinên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û çawayiya rûbirûbûna terorîstên Da’îş xistin ber behs û guftûgoyan.
Hêjayî gotinêye li van hevdîtin û civînan da Mistefa Seyîd Qadir Wezîrê Pêşmerge, Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derveyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Dilşad Barzanî Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Almanya şanda li gel Serok Barzanî bûn.