Li Korbenda Aboriya Cîhanî ya Davosê Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê li gel Bork Birînda Wezîrê Derveyê Norwêcê civiya. Li hevdîtinê de rewşa Iraq û Kurdistan û şerê Musil û serkeftinên Pêşmerge li şerê dijî terorîstên Da’îş hate nirxandin. Her wiha ronahî xiste li ser rewşa mirovî ya koçberan û asta pêşkêşkirina yarmetiyê ji bo koçberan ji aliyê civaka navdewletî. Li beşekî dinê vê hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasiya navçeyê û bandora guherîna îdareya Amerîka li ser pêşhatên siyasiyên qada navçeyî û navdewletî de danustandina bîr û ramanan kirin. Li van hevdîtinan de Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê û Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derveyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê şanda li gel Serok Barzanî pêkanîbûn.
Pêş
05/06/2026
Aloziyên di nava CHPê de ber bi damezirandina partiyek nû ve diçe
05/06/2026
Civîna navbera Zeîdî û nûnerên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de erênî derbas bû
Têkildar
Balkêş e ?
Close
-
Trum Tê Tirkiye03/06/2026


