Cîhan

Amerika li Babê DAÎŞ bombebaran kir

Eve demekê hêzên Tirkiye û Arteşa Azad bajarokê Babê li Bakurê Suriye dorpêç kirine. Daîş li berxwe dide. Di vî şerî de heta niha hêzên hevpeymaniya bi balefiran pişgiriya Tirkiye nekirine.Ji bo vê yekê serokkomarê Tirkiye Tayib Erdogan çend cara got ku, Amerika soz daye wan ku pişgiriya wan li Babê bike, lê Amerika li ser soza xwe nasekine û ev yek jî dibe sedem ku eskerên me jiyana xwe ji dest didin.Heta radeyekî Tirkiye Amerika li Suriye bi pişgiriya DAÎŞê itham kir.Li duh cara yekê balefirên Amerika li Babê êrîşê DAÎŞê kirin û pişgirî dan hêzên Tirkiye. Ev yek wek guhertina siyaseta Amerika li Suriye jê hate nirxandin. Dixweyê civîna Astana û hatina Trump hinek îşaretên nu di siyaseta Amerika de dide xûyandin.

Balkêş e ?
Close
Back to top button