Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel wan Pêşmergeyên qehreman ku ji Kobanê vegeriyan Herêma Kurdistanê civînek li dar xist û di civînê de eşkere kir ku ew dû caran giriyaye, cara pêşî dema ku Pêşmerge ji Başûrê Kurdistanê berev Kobanê ve çû ew giriyaye û cara duyê jî dema ku Pêşmerge ji Kobanê bi serkeftî vegeriyaye rondik ji çavan hatiye xwarê.