Polîtîk

Barzanî: Pêşmerge nûnerê hemû Kurdistaniyeke dilsozin

Îro sêşem 09.12.2014 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li rêwresmeke taybet de û bi amadebûna Mistefa Seyîd Qadir Wezîrê Pêşmerge û Enwer Hacî Osman Birîkarê Wezîrê Pêşmerge û hejmarek ji berpirsên Wezareta Pêşmerge, bi mebesta bi xêrhatina wan pêşwaziya wan Pêşmergeyan kir ku piştî bi cîh gihandina erkên xwe ji Kobanê vegeriyane Herêma Kurdistanê.

Li hevdîtinê de Serok Barzanî gotarekî pêşkêş kir û têda bi germî bi xêrhatina wan Pêşmergeyên qehreman kir ku piştî bi cîh gihandina erk û raspardeyên xwe yên serbazî bi serkeftî vegeriyane Herêma Kurdistanê. Serok Barzanî erkê Pêşmerge li Kobanê bi pîroz û bilind wesif kir û got: ” We serweriyekî mezin ji bo xwe û malbat û welatê xwe tomar kir, şerefa yarmetîdana xuşk û birayên me yên li perçeyekî dinê Kurdistanê li ber we ketiye û eve serweriyekî gelek mezine”. Serok Barzanî eve jî bi Pêşmergeyan got ku cihê we li dilê mîlletê Kurde û we serê me bilind kir û destên we xweş bê. Serok Barzanî eve jî dûpat kir ku ew Pêşmergeyên diçine Kobanê û bergiriyê li xuşk û birayên me dikin nûnerê hemû Pêşmerge û hemû Kurdistaniyekî dilsozin û ragihand ku çûna Pêşmerge ya Kobanê dijmin tûşî bê hêviyê kir û destkeft û serkeftineke mezin li Kobanê pêkhat.

Serok Barzanî li dirêjahiya axaftina xwe de rola Pêşmerge li rûbirûbûna terorîstan de bilind nirxand û balkişand li ser wê yekê ku tenê Pêşmerge kariye êrîşa terorîstan rabigrê û wan têkbişkîne û eve jî şerefekî mezine ku bi dest û pazuyê Pêşmerge ew serkeftin hatine tomar kirin. Serok Barzanî li axaftina xwe de tekez jî li wê yekê kir ku li hemû rewşek da nabê êrîdeya gelê me bişkê û îradeya gelê Kurdistanê jî xwe li îradeya Pêşmerge de dibîne û serkeftina Pêşmerge bi wateya serkeftina îradeya gelê Kurdistane.

Serok Barzanî li axaftina xwe de behsa êrîşan û destpêka dirustbûna Da’îşê kir û eve jî xisterû ku dijmin wiha bawer nedikir Pêşmerge û gelê Kurdistanê xwe bigrin û her wiha cîhan jî yarmetiya gelê Kurdistanê bide ji bo wê yekê êrîşî Kurdistanê kir. Serok Barzanî tekez jî li wê yekê kir ku xweragiriya Pêşmerge pêgeh û nav û bangekî bilind ji bo gelê Kurdistanê pêkanî û ew pêgeh tenê bi xweragirî û qurbanîdanê nebê bi tu serwet û samanek dirust nabê.

Serok Barzanî li dirêjahiya axaftina xwe de behsa ewe jî kir ku li yarmetîdana xuşk û birayên me yên li Kobanê de berdewam dibîn û got: “Erkekî neteweyî û nîştîmaniye eger rê hebêt, xuşk û birayên me yên li Kobanê pêwîstiya wan bi yarmetiyê hebê em yarmetiya wan dikin.

Di dawiya axaftina xwe de Serok Barzanî silav ji canê paqijê wan şehîdên qehremanan re şand ku li şerê dijî terorîstan da canê xwe kirine gorî û hêvî xwest ku xwedayê mezin wan bi bihûşta xwe şad bike.

Back to top button