Polîtîk

Serok Barzanî karên komîteya lêkolînê ji nêzîk ve dişopîne.

Berdefkê hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de bo çapemeniyê got ku hikûmeta herêma Kurdistanê bi cidî lêkolînê û dûvçûnê li ser desyeya revandin û kuştina Serdeşt Osman dike.

Kawe Mehmûd berdefkê hikûmeta herêma Kurdistanê got: Hikûmet bi cidî lêkolînê li ser vê kiryara hovane dike. Her ji destpêka çêbûna bûyerê, tevî ku ew li dijî hevwelatiyekê sivîl, bêtawan û aştîxaz hatiye kirin, lê hikûmet wê êrîşê li dijî civaka herêma Kurdistanê û hikûmetê dizane.

Mehmûd got: Hikûmetê komîteyeke lêkolînê û odeya emaliyata ser bi wezareta navxwe ve pêkanîye û bi awayekî profesiyonal lêkolînê li ser wê dosyeyê tê kirin. Berêz Mesûd Barzanî serokê herma Kurdistanê karûbarên komîteya lêkolînê ji nêzîk ve dişopîne.

Berdefkê hikûmetê di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: Ew komîteye li ser karê xwe berdewam e û kesên şareza û pispor di komîteyê de cî giritne. Her dema encamên lêkolînê diyar bûn dê ji raya giştî ra bên eşkere kirin û tawanabar jî li gor mehkemeke adil dên bên ceza kirin.

Mehmûd got ku hikûmet dixaze bi lez bigihîje rastiya meseleyê, ji ber ku eşkerebûna rastiya wê bûyerê di xizmeta hikûmetê jî de ye. Hikûmet xwe bi parêzvana parastina emin û mafên hevwelaiyan dizane.

Weke tê zanîn çend roj berê xwendekarekê kurd yê zanêngehê (Serdeşt Osman) li Hewlêrê hat revandin û piştê du rojan li Mûsilê bi kuştî hat dîtin. her ji roja ew bûyera xemgîn çêbûy, bi fermana Masûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê komîteyeke lêkolînî hatiye pêkanîn û ew komîte li ser wê dosyeyê dixebite.
Back to top button