Konferensa bazirganiya Kurdistanê li Londonê
Amananc ji sazkirina vê konferensê ewe ku xwedîkar, bazirgan, şirket û kompaniyên berîtanî û ewropî zaniyariyan li serr rewşa herêma Kurdistanê werbigrin û da ku di pêşerojê de sermayeyê xwe li herêma Kurdistanê birazînin. Herwesa yek ji amancên din yê konferensê xurtkirina têkleiyan e di navbera herêma Kurdistanê û biyaniyan re bi taybetê di warê aborî û bazirganî de.
Şandeya hikûmeta herêma Kurdistanê ya beşdariya di konferensa Londonê de bike dê bi serokatiya Berhem Salih serokê hikûmetê û bi beşdariya wezîrê navxwe, wezîrê derametên xwezayî, bazirganî, xandina bala, zîraetê, berpirsê fermangeha têkeliyên derve, serokê konseya berhemanînê be.
Tê çaverê kirin ku Samî Elerecî serokê konseya berhemanînan Îraqê beşdariyê di konferensê de bike.
Li ser karû xebatên konferensê Beyan Samî nûnera hikûmeta herêma Kurdistanê got: Ev konferens dê derfeteke baş be ku şirket û kompaniyên berîtanî û navdewletî zaniyariyan li ser rewşa arama herêma Kurdistanê werbigirin. Ev demeke Kurdistanê bûye mala gelek kompaniyên bi navûdengên cîhanî, weke Coca Cola, Pepsi, Marsides Benz û gelekên din. Gelek giringe sermayeyê navdewletî bikeve di Kurdistanê de daku alîakriya avadankirina Kurdistanê bike û têkeliyên dostînî xuert bibin.
Ji bo zanîna zaniyariyên zêdetir li se konferensê serdna malpera
www.kurdistanconference.com