Polîtîk

Ocalan heta dawiya gulanê mohlet da hukumetê

Abdullah Ocalan hevdîtina li gel parêzerên xwe kirî, hinek tiştên balkêş gotin. Ocalan  got ku, eger hukumeta Tirkiye heta dawiya meha gulanê tiştekî neke, gavên erênî navêje,wê şer gur bibe. Ocalan got eger gavên erênî newên avêtin, dê ewê xwe ji hertiştî bide aliyekî û hêdî elaqa wî ji bûyerên bibe tuneye.

Herweha Ocalan behsa rewşa çekdarên PKK-ê jî kirin û di vê derbarê de got: “ Ji bo 15-ê tebaxê min gerila amade kirin.Lê pêşketina wan ne li gor dilê min bû. Têgihiştina min ya gerila ne ev bû. Hin kes di nav gerilada wek çeteyan hereket dikiran. Carê dema cerdewanek dikuştin 10 zarok jî li gel dikuştin. Min di serî de bawer nedikir ku ew van bûyeran dikin. Lê pitşre ez têgiham ku hinek çete di nav wan de peyda bûne û destê dewletê jî ketiya di nav wan de.

Back to top button