Cejna Ziman
Ji bo her gelî nirxên pîroz henin.Ziman yek ji van nirxan e ku hebûna gel bi xwe ye. Netewe dikarin bi zimanê xwe hebûna xwe biparêzin, û bi vî rengî xwe mayîn de bikin.
Dewletên dagirker – pergalên mêtînger dema dixwazin kêmar an nateweyek ji holê rakin berî her tuştî zimanê wî gelî qedexe dikin, çanda û kewneşopiya wî gelî qedexe dikin.
Gelê kurd di jiyana dîroka xwe de bi dagirkerî û mêtîngerî re rû bi rûmayî ye, çiqas dek û dolab hene li hemberê gelê kurd hatiye bi karanîn, ji bo pişaftina gelê kurd her cureyê hovane û dermirovahî hatiye bi karanîn.
Navên cih û deverên kurdan hemî wergerandin zimanê dagirkeran, lê belê gelê Kurd ji ber ku xwediyê zimanekî dewlemend û kesayeteke serhildêr bûye heta roja îro hebûna xwe parastiye.
Li ser vî xakî zimanê kurdî zimanekî qedîme, îro gelê kurd ku gihîştiye vî merhaleyê bi xêra parastisna zimanê xwe û dewlemendiya zimanê xwe bûye, yanê neteweya kurd hebûna xwe deyndarê zimanê xwe ye.
Di jiyana her gelî de roj û cejnên taybet henin, ji van cejnan hinek jê cejnê olî ne, hinek jê cejnê neteweyî ne, di jiyana gelê kurd de jî 15’ê Gulanê roja cejna zimanê kurdî ye.
Kovara HAWAR’ê 15’ê meha Gulanê dest bi weşanê kiriye. Ber vî qasî ji aliyê gelê kurd ve roja 15’ê meha Gulanê wekî cejnekî neteweyî hatiye diyarkirin û tê pîroz kirin.
Ji aliyê din ve meha Gulanê di têkoşîna rizgariya gelê kurd de mehekî watedare.
Divê gelê kurd bi taybetî jî Sazî – Dezgeh û hemû rêxistinên kurdan vî cejna xwe yê neteweyî de bi çalekiyên Daxwuyanî-Panel-Semîner-Sempozyun- Şahî û çalekiyên cur be cur vî cejna zimanê kurdî pîroz bikin, û eynî gavê de xwedî li şehîdên meha Gulanê û tevayî şehîd û nirxên neteweya gelê kurd xwedî derkevin.
Divê têkoşîna zimanê kurdî were xurt kirin û pêş xistin.
Roj roja xwedî derketina li zimanê kurdî ye.
Roj roja pêşxistina têkoşîna zimanê kurdî ye.
Em bang li hemû gelê xwe dikin û wiha dibêjin, zimanê me bedena me ye.
Em li bedena xwe xwedî derkevin.
Cejna Zimanê Kurdî li gelê Kurd pîroz be.
Haydar Amedî