Polîtîk

Serok Barzanî her fermanekê bide min, ez bi cih dikim

Şêx Cefer Mistefa Fermandarê Yekeya 70ê ya Pêşmergeyên Kurdistanê ragigand ku, Serokê Herêma Kurdistanê her fermanekê bide wî, ewê bicihdike û bawriya wî bi temam pê heye, li cem wî fermana Serok Barzanî ji ayetên Quranê pîroztir e.

Fermandarê Yekeya 70ê ya Pêşmergeyên Kurdistanê, ku ser bi YNKê ve ye, û Wezîrê Pêşmerge yê berê Şêx Cafer Mistefa di hevdîtinekê de li gel rojnameya Awêne ku, îro Sêşemê 03.02.2015an belavbûye ragihandiye ku, ji bo rûbirûbûna DAIŞê , dibe ku bi tenê nikaribin rûbirûyê wê gefê bibin, lewma her kes bêje ezê alîkarî û piştgiriyê pêşkêşî we bikim, eger şeytan be jî, dê jêre bêjin fermo were.”

Her di wê hevdîtinê de, fermandarê Yekeya 70ê gotiye: “Serokê Herêma Kurdistanê her fermanekî bide min, ez bicihdikim û fermandarê Giştî yê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bawriya wî temam pê heye, li cem min fermana wî ji ayetên Quranê pîroztire.”

Roja 02.02.2015an di hevdîtinekê de ligel govara Gulan, Şêx Cefer Mistefa ragihandiye ku, beşdariya Serok Barzanî di eniyên şer de, sedema serekiya serkeftinên Pêşmerge ye.

Her di hevdîtinê de gotiye: “Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê ye û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarên Kurdistanê ye, di dîroka xwe de her Pêşmerge bû û herdem jî ligel Pêşmerge di pêş de bû, lewma gumana min têde nîne, dema ku Pêşmerge dibîne ku serok û fermandarê wî mil bi milê wî di eniyên şer de ye û di pêşiyê de ligele û di xweşî û nexweşiyê de haya wî jê heye, ev yek tîn û enerjiyeke bêhtir û biwêrekiyeke zêdetir dide Pêşmerge di şer de.

Şêx Cefer Mistefa got: “Lewma di baweriya min de hebûna cenabê Serokê Herêma Kurdistanê di heyama çend mehên borî de li eniyên şer û ligel Hêzên Pêşmerge, sedemeke serekî û girîng ya wan serkeftinane ku, Pêşmerge bi dest xistine û pişka şêr ya wan serkeftinan bo hebûna rêzdar Serokê Herêma Kuridstanê li eniyên şer vedigere.”

Herwiha Şêx Cafer Mistefa got jî: “Eger cenabê Serokê Herêma Kurdistanê li eniyên şer neba, ew serkeftin pêk nedihatin, serdanên serok bo hemû eniyên şer heta Celewla û Xaneqînê û civîna wî ligel hemû fermandarên eniyên şer, weha kir ku, piştî civîna wan ligel Serokê Herêma Kurdistanê.”

Şêx Cefer Mistefa wiha domand: “fermadar bi germî û bi wêrekîiyeke bêhtir biçin ba Pêşmergeyan, ev halet bo Pêşmerge gelek girîng bû, çûnkî Pêşmerge fêrnbûye jêre bêjin here şer, belkî divê jêre bêjî vaye ezê herim tu jî ligel min were, lewma hebûna Serok Barzanî li eniyên şer ew yek diyarkir ku, herdem ji Pêşmerge re dibêje vaye ez diherim tu jî bi dû min bikeve û were, lewima bi rastî hebûna Serok Barzanî li eniyên şer gelek girîng bû, sedemeke girîng jî bû, ji bo Pêşmergeyan ku wan serkeftinan pêkanîn.”

 

 

 

Back to top button