Polîtîk

Serok Barzanî: Helwesta Yekgirtuya Îslamî cihê teqdîrê ye

Duhî duşemiyê (04.06.2012) bi mebesta pîrozbahîkirina li emîndarê nû yê Yekgirtuya Îslamiya Kurdistanê,  Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistanê serdana baregeha Yekgirtuya Îslamiya Kurdistanê kir û ji aliyê Mihemed Ferec emîndarê giştî yê Yekgirtuya Îslamiya Kurdistanê û hejmarek ji endamên mekteba siyasî ve hate pêşwazî kirin.

Di hevdîtinekê de, serok Barzanî, ji bilî pîrozbahîkirin li emîndarê nû, herwesa spasî helwesta nîştimanperweriya Yekgirtuya Îslamiya Kurdistanê kir sebaret bi meseleya wergirtina baweriyê ji serokwezîrê Iraqa Federal û got: 

Ev helwesta Yekgirtuyê cihê rêz û teqdîrê ye. Ez bi hukma berpirsiyariyetîya xwe, hizbayetiyê nakim, ez dixwazim ev mîllet bextewer be, êdî endazyarekî ser bi Yekirtuyê pirek dirûst bike yan kesekî din, girîng xizmetkirina Kurdistanê ye, hebûna nêrînên cuda tiştekî asayiye lê belê hinek tişt tehemula cûdahiyê nake. Bi vê helwesta xwe ya dawî jî we nîştimanperweriya xwe îspat kir.

Di mijareke din da, serok Barzanî ji bo rêkxistin û yekrêziya mala kurd tekez li ser karkirina hemû aliyan bi hev re kir, herwesa bi pêwîstî zanî ku,  aliyên siyasiyên Kurdistanê di vê qonaxê da, bi taybetî di meseleyên netewî da, hevhelwestên xwe biparêzin.

Ji aliyê xwe ve emîndarê giştî yê Yekgirtuya Îslamiya Kurdistanê spasî wê serdana serok Barzanî kir û bi girîngî behsa helwesta Yekgirtuê kir û got:

–      Wekî erkekî nîştimanî me bi pêwîst zanî ku, em digel neteweyê xwe da bin. Şanaziyekî mezine ji bo mîlletê me ku, rola xwe ya bi bandor li Iraqê da hebe. Ev tengasiya dawî jî nabe, ji bo wê yekê her ji niha ve pêwîste bi yekhelwest û bi nefeseke hevbendiyê rubirûyê tengasiyan bibîn û serokayetiya Herêma Kurdistanê jî xala hevbeşa hemû aliyên Kurdistaniyan e û giraniya xwe neku her li Herêma Kurdistanê û Iraqê, belku li hemû navçeyê de heye.

Back to top button