Polîtîk

Serok Barzanî: Em şanaziyê bi çanda gelê xwe dikin

Duhî şemîyê 01.05.2010ê Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê li Selahedînê pêşwazî li şandeyeke civata pêwendiyên derveya Amerîkayê kir.

Di hevdîtinê de, di bersîva çend pirsiyarekên serok û endamên şandeyê de, serok Barzanî çend mijarên mîna; qonaxa piştî hilbijartina parlamentoya Iraqê, tecrûbeya herêma Kurdistanê, çawayiya pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, pêwendiyên herêma Kurdistan û Amerîkayê zelal kirin.

Li dor qonaxa piştî hilbijartinan jî, serok Barzanî ji şandeya mêvan re got ku encamên hilbjatinê derxst holê ku Îraq ji sê pêkhatên serke; kurd, şîyî û suna pêk tê. Barzanî got ku her hikûmeta bê avakirin di vê vê rastiya Îraqê li ber çavan bigire ku Îraq bi rêya şrîkatiyeke rasteqîne re tê binyat danan. Serokê Kurdistanê ew yek jî got ku her aliyê wisa hizir bike ku dikare yek ji wan sê pêkhatan îhmal bike, ew şaş e, çunkî pêjeroja Îraqê bi tenê bi rêya jihevdutêgihîştinê û mekanîzma demikrasiyê tê binyat danan. Barzanî got ku raste gelek arîşe li pêşiya avakirina hikûmeta nû de hene, lê ew arîşe bi rêya qanûn û destûrê tên çareser kirin.

Li ser mesala redkirina encamên hilbijartina, serok Barzanî got: ”Ev karekî normale û meseleyeke qanûnî ye, ne ya siyasî ye.” Barzanî hêvî kir ku kartên siyasî û qanûnî têkel hev nekin.

Li ser rewşa Kurdistanê jî serok Barzanî îşaret bi wan karesatan kir yên ku di qonaxên cihê de bi ser gelê kurd de hatine û got ku gelê Kurdistanê ji her pêkhateke din pêtir qîmeta vê azadiya nuha heye dizane û nuha mijûlî avakirina saziyên herêma Kurdistanê ye.

Serokê Kurdistanê got ku ya em şanaziyê pê dikin, çanda gelê meye, çanda pêkvejiyanê û lêbihurînê ye, li jêr siha wê çandê hemû pêkhatêm netewî û olî li herêma Kurdistanê bi mafên xwe şad in.

Serok Barzanî got: ”Tecrûbeya herêma Kurdistanê tecrûbeyeke serketî ye, me gelek caran hewil daye ku deverên din yên Îraqê fêdey ji vê tecrûbeya me bibînin. Em nabêjin ku em nimûne ne, lê me îradeya çareserkirina arîşeyên xwe heye. Em di qonaxa hînbûnê dene û em sipasiya her alî dikin eger destê alîkariyê bo me dirêj bike.”

Di berdewamiya axaftina xwe de serok Barzazî got: ” Ji bo me negiringe kî dibe serokwezîrê Îraqê, ya ji bo me giring karnameya hikûmetê ye.”

Serok Barzanî behsa serdana xwe ya dawiyê ya bo Amerîkayê û hevdîtina bi serok Obama re kir û got: Bi berdewamî tekîd li ser hindê hatiye kirin ku Amerîka giringiyê bi herêma Kurdistanê dide. Beriya hêzên amerîkî xwe ji Îraqê vekişînin, pêwîste hemû pirsgirêkên di navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta Bexdayê a federe de hene bên çareser kirin. ”

Serokê herêma Kurdistanê daxaz ji şandeya Amerîkayê kir ku bi dirustî rewşa Kurdistanê bizanin û wê rewşê bo Waşîmgtonê biguhêzin û kompamiyên amerîkî jî teşwîq bikin ku sermayeyê xwe li herêma Kurdistanê birazînin. Herwesa serok Barzanî daxaz ji şandeya mêvan kir ku hewil bidin ku Amerîka ofîsa xwe li herêma Kurdistanê bike konsolxane.

Şandeya civata têkeliyên derveyên Amerîkayê rewşa siyasî û emnî ya herêma Kurdistanê bilind nirxand û tekîd li ser wê yekê kir ku pêwîste tecrûbeya herêma Kurdistanê, ne bi tenî ji bo Îraqê, lê ji bo hemû deverê bê peyrew kirin.

 

Back to top button