Serok Barzanî dibe mêvanê TRT Şeş'ê

Serokê Kurdistanê Mesut Barzanî, sibe, bi minasebeta destpêkirina weşana Soranî a TRT Şeş’ê, wê beşdarî bernameyê bibe. TRT Şeş, di 1ê Çileya 2009 an de dest bi weşana Kurdî kir. Ew di dîroka Komara Tirkiyê de rûdaneke yekem bû ku, bi salan zimanê qebûl nedikir, niha dest bi weşana televizyonê kiribû.

TRT Şeş, nêzika 4 salan e ku, bi 2 zaravayên li Kurdistana Bakur tên axaftin weşanên cur bi cur dike. Kurdên li Tirkiyê dijîn, bi zaravayên Kurdî, Kurmancî û Zazakî (Kurmanckî) diaxifin. Zêdetirî kesan bi Kurmancî diaxife, qasî ji %75-80. Giraniya weşana TRT Şeş’ê li ser Kurmancîye.

Sibe saet di 16.00 an de, bi zaravayê Soranî ku ew zarafa zimanê fermî yê Kurdistana Federeye, wê dest bi weşanê bike. Her roj 45 deqa wê nûçeyên, dengubasên bi Soranî biweşînin. Hate ragihandin ku, Serokê Kurdistanê Mesut Barzanî, li Selahaddînê dike beşdarî bernameya zindî bibe.     

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: