Piştî 13 salan gotin pardon!
Komeleya Rojnamevanên Magazînê (MGD), biryar girtiye ku, her sal li ser navê Ahmet Kaya, xelateke bi navê “Xelata Taybet a Ahmet Kaya” belav bike. Xelata yekem jî, dike tenburvanê Ahmet Kaya Umit Yilmaz bigre.
Ahmet Kaya, 13 sala berê, 10ê Sibata 1999an de, di şeva xelat belavkirina Komeleya Rojnamevanên Magazînê de, xelata Hunermendê Salê, di beşa xwe de standibû. Dema Ahmet Kaya derkete ser dikê û xelata xwe girt, axaftinek kir. Di axaftina xwe de diyar kir ku, ew wek hunermendekî resen Kurd, dixwaze di qaseta xwe de klamekê bi kurdî bistirê û klîbekê ji bo wê klamê bikişîne. Û got, ez zanim ku
li vî welatî kesên ew klîba min biweşînin jî hene. Ji ber vê gotinê, faşîstan Ahmet Kaya protesto kirin, li masa xistin û ew dane ber kevçiyan. Pêvajoya lînça Ahmet Kaya destpê kiribû. Roja din rojnameyeke ku li Tirkiyê herî zêde tê firotin, bi manşeta heqaretwarî derket. Di derbarê wî de, bi nûçeyên derew û îftira dest bi propagandayê kirin. Di heqê Ahmet Kaya de, doz hate vekirin. Gellek rojnamevana bi çêr, di quncikên xwe de tiştên bin vala nivîsandin.
Êdî welat li Ahmet Kaya teng kiribûn. Ahmet Kaya mecbûr ma û derkete derveyî welêt. Ji ber hesreta welêt, zêde nikaribû bijiya û li Parîsê, 16ê Mijdara 2000 î de, qeyrana dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.
Piştî 13 sala, îro MGD, li ser navê Ahmet Kaya, biryarê digre ku her sal xelata bide.
Gora hunermendê Kurd Ahmet Kaya, hîn li Parîsê ye, wek gora Yilmaz Guney. Di heman goristanê de radikevin.